Amerîkayê zextên li ser Ensarullaha Yemenê da sekinandin
Rêveberiya Joe Bîden a Amerîka ji bo lêkolîna daxwazên rêxistinên mirovî, zextên li ser şervanên Hûsî û Ensarullaha Yemenê da sekinandin.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê diyar kir ku heta 26’ê Sibatê wê destûrê bidin hemû siza û xebatên li dijî Ensarullah û Hûsiyan werin rakirin.
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê yê berê Mîke Pompeo di rojên dawîn ên deshilata Donald Trûmp de diyar kiribû wan Hûsî û Ensarullaha Yemenê xistine nava ‘lîsteya terorîst’an. Ev tevdîr berî destpêkirina peywira Bîden hatibû pêkanîn.
Li gorî vê biryarê wê zext li ser hemû kes û saziyên eleqedariya wan bi Ensarullah û Hûsiyan heye, were pêkanîn. Rêxistinên mirovî, Neteweyên Yekbûyî diyar kiribûn ku ev tevdîr dibe sedema sekinandina alîkariya mirovî ya qada di bin kontrola Ensarullahê de.
Antony Blînken ê ku Bîden ew kiribû Wezîrê Karên Derve hefteyek berê daxuyanî dabû û gotibû, “Ji bo ku em bizanibin vê tişta em dikin nebe astengkirina alîkariya mirovî, em ê dîsa li ser vê meselê bisekinin.”
Blînken diyar kiribû Joe Bîden gotibû, “Li Yemenê em ê dawî li piştgiriya kampanyaya leşkerî ya Siûdî Erebistanê bînin.”
Rêxistinên mirovî diyar dikin ku paytexta Sana jî di nav de ji bo ku alîkariyê bigihînin qadên di bin kontrola Ensarullah û Hûsiyan de, neçar dimînin ku bi wan serhildêran re bixebitin.
Li Yemenê di navbera hêzên hikumeta îstîfakirî ya Yemenê ku Hevpeymaniya Siûdî jê piştgiriyê dike û tevgera gelanî ya Ensarulah û Hûsiyan de 6 sal in şer heye ku ev şera bûye sedema kuştî û birîndarbûna bi hezaran kesan ku piranî sivîl in û di nav wan de jin, zarok û pîr û kal hene .
Di şerê navxweyî yê Yemenê de ku ji sala 2015’an heya niha didome bi milyonan yemenî aware û bê war û mal bûne. Ji ber vî şerî li Yemenê krîzeke giran a mirovî heye.
NY di sala 2021’an de bi fikar e. Li gorî NY wê 16 milyon kes birçî bin.