Hamas: Dest ji tewehuma baweriya bi Amerîkayê bikişînin
Çile 25, 2021 10:35 Asia/Tehran
Berdevkê Tevgera Hamasê ji hewildana hin berpirsên Rêxistina xwerêveber a Filistînê jibo bawerîanîna bi dewleta nû ya Amerîkayê rexne kir.
Li gorî rapora ajansa Sefayê, Hazim Qasim, Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) roja Duşemiyê ji Wezîrê karê rêxistina xwerêveber a Filistînê xwest ku dest ji tewehuma baweriya bi Amerîkayê bikişîne.
Hemed Mecdelanî Wezîrê kar ê rêxistina xwerêveber a Filistînê gotibû ku dewleta nû ya Amerîkayê dê riyeke ciyawaz pêka dewleta berê ya vî welatî bigire ber xwe.