Çile 19, 2021 12:38 Asia/Tehran
  • Gelê Yemenê jibo piştgiriya ji Ensarullahê xwenîşandan li dar xist

Bi sedan kes ji gelê Yemenê bi kombûna li ber balyozxaneya Amerîkayê li Senayê, kiryara dewleta vî welatî ya terorîstzanîna Tevgera Ensarullahê şermezar kirin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya kanala Mesîreyê, Beşdarên di vê xwenîşandanê da, Amerîka wek piştgira sereke ya Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di kuştina gelê Yemenê dan zanîn û dirûşmeya Mirin jibo Amerîkayê û Mirin jibo Israîlê bilind kirin.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê roja 10ê Çileya 2021ê qala biryara xwe ya terorîstzanîna Tevgera Ensarullahê û boykotkirina berpirsên vê tevgerê kir.

Ev kiryara Amerîkayê tûşî şermezarkirina berfireh a hin rayedar, kom û partiyên yemenî bûye.

 

Serepeyv