Çile 12, 2021 15:18 Asia/Tehran
  • Belengazî sedî 80 li Yemenê zêde bûye

Komîteya Mafên Mirovan li Seniayê qala zêdebûna asta belengaziyê li Yemenê heta sedî 80ê kir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Malpera Ehdê, Komîteya Mafên Mirovan li Seniayê amarek ji cinayetên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî-Imaratî li Yemenê weşand û ragihand, ji ber êrîşên Hevpeymaniya destdirêjker û dorpêçkirina Yemenê û girêdana balefirgeha Seniayê, 42 hezar kesan canê xwe ji dest daye û 75 hezar kesî jî nekarîne jibo dermankirinê derkevin.

Vê komîteyê tevî ragihandina vêya ku betalî û bêkarî li Yemenê sedî 65 zêde bûye û sedî 60ê gelê Yemenê ji ber xelayê di rencê da ne, got: Şerê dijî Yemenê bûye sebeba awarebûna zêde ji miliyonek ji yemeniyan, xerabûna 3553 dibistanan û 42 zanîngehan

Li gorî rapora Komîteya Mafên Mirovan li Seniayê, ji ber veguhestina banka navendî ya Yemenê jî, meaşa derdora miliyonek û 250 hezar karmendan hatiye qutkirin û vê yekê gelek pirsgirêkên jiyanê jibo xelkê çêkiriye.

 

 

Serepeyv