Çile 05, 2021 22:55 Asia/Tehran
  • Li herêma Kurdistanê 6 kesên din ji ber pêketina bi koronayê mirin

Wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand, di 25 saetên borî de li herêma Kurdistanê 107 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya îro 05.01.2021ê ya wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de 107 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêma Kurdistanê geheştiye 103 hezar û 871 kesan.

Herwaha hat ragehandin di 24 saetên borî de 6 kesên din ên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 3 hezar û 403 kesan.

Hat ragehandin heta naha li herêma Kurdistanê 75 hezar û 118 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Serepeyv