Mîrê Qeterê çû Erebistana Siûdî da ku beşdarî civîna Kendava Farsê bibe
Mîrê Qeterê Temîm bîn Hemed çû Erebistana Siûdiyê da ku beşdarî civîna Meclisa Hevkariyê ya Kendava Farsê bibe ku Behreyn gera civîna îsal bi rê ve dibe.
Li gorî ajansa nûçeyan a Qeterê, mîrê Qeterê Temîm Bîn Hemed serkêşiya şandeya welatê xwe dike ku beşdarî civîna salane ya Meclisa Hevkariyê ya Kendava Farsê bûye, civîn ji bo nîqaşkirina pêşketinên di aliyê pêkanîna hevkarî û koordîneya di navbera dewletên endam de ye.
Îro, xebatên gera 41’emîn a civîna Meclisa Hevkariyê ya Welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê li bajarê El-Ula yê Erebistana Siûdî bi serokatiya şahê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz Al-Siûd, dest pê dike. Îsal Behreyn civînê bi rê ve dibe.
Hemwextî lidarxistina civînê, sekreterê giştî yê Meclisa Hevkariyê ya Welatên Kendava Farsê Nayif El-Hecref pêşwaziya peymana vekirina qadên hewayî û sînorên deryayî û bejahî yên di navbera Siûdî û Qeterê de kir ku duh wezîrê karên derve yê Kuweytê şêx Ehmed Nasir peyman ragihandibû.