Çile 05, 2021 08:40 Asia/Tehran
  • Erebistana Siûdiyê û Qeterê derbarê vekirina sînor de peymanek îmze kir

Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê Ehmed El-Nasir ragihand ku peymanek ji bo vekirina sînorên bejahî û deryayî di navbera Erebistana Siûdiyê û Qeterê de hate îmzekirin.

Şêx Ehmed El-Nasir got mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Temîm û welîehdê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman bi rêya telefonê bi hev re axivîn.

Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê da zanîn ku li ser telefonê nîqaşa çareserkirina hemû mijarên girêdayî wê jî hat kirin.

Dewleta Kuweytê peymana "Beyan El-Ula" ragihand û piştrast kir ku ji bo têkiliyên biratiyê dê rûpeleke nû be.

Erebistana Siûdiyê dê roja sêşemê li bajarê El-Ula Lûtkeya Kendavê ya 41`ê ya serokên dewletên Meclisa Hevkariya Kendava Farsê li dar bixe û mijara sereke ku dê werin nîqaşkirin; lihevhatina Kendava Farsê be ku ji 2017`an ve nakokiyên wan derketine.

Serepeyv