Tevgera Hizbullaha Libnanê ji ber koça dwî ya Ayetullah Misbahê Yezdî peyama sersaxiyê da
Tevgera Hizbullaha Libnanê ji ber koça dawî ya Ayetullah Misbahê Yezdî sersaxî da Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û malbata wî ya hêja.
Li gorî rapora malpera Ehdê, Tevgera Hizbullaha Libnanê roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, Umeta îslamî feqiyekî mezin, ramanwerekî îslamî û mezin û arifekî binavûdeng ji ewliyayên salih û muxlis ên Xwedê hezretê ayetullah Şêx Muhemedteqî Misbahê Yezdî (Ehlaullah Meqame) ji dest da.
Tevgera Hizbullaha Libnanê ragihand: Vî feqiyê têkoşer tevahiya temenê xwe yê şerîf di xizmeta îslam, Înqilaba îslamî, Komara Îslamî, Hişyariya Îslamî, berxwedêr û têkoşerên tevahiya cîhanê derbas kir û berxwedêr û têkoşerên me li Libnanê jî ji baldarî, perwerdehî, dua û yarmetiya wî di tevahiya qonaxan da gellek behre wergirtin.
Ayetullah "Muhemed Teqî Misbah Yezdî", endamê Civata Pisporên Rêberiyê û serokê Enstîtuya Perwerde û Lêkolînê ya Îmam Xumeynî (RE) êvara Înê piştî çend rojan razana li nexweşxanê, xatirê xwe ji vê dunyayê fanî xwest.