Çile 01, 2021 08:39 Asia/Tehran
  • Trump hewl dide berî terkkirina Koşka Spî hikûmeteke din a Ereb bi rejîma Îsraîlê re li hev bikin

Çavkaniyan ji hikûmeta serokomarê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku ew hewl dide da ku dewleteke din a ereb an jî îslamî neçar bike ku pêwendiyên xwe bi Rejîma Siyonîstî re asayî bike.

Rojnameya Jerusalem Post a Rejîma Îsraîlê ragihand ku hikûmeta serokomarê Amerîkayê Donald Trump hewl dide beriya ku Jeo Biden derbasî ser erka xwe bibe, lihevkirineke lihevkirinê ya nû di navbera Îsraîlê û dewleteke din a Ereban an jî îslamî de çêke.

Çavkaniyekî ji nav hikûmeta Trump got: "Welatê wî ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re fişarê li dewleteke Ereb an jî îslamî dike."

Di çend hefteyên borî de çavkaniyan ji Telavîv û Waşîngtonê îdia kiribûn dibe ku Endonezya, Morîtanya, Nîjer an jî Uman tev li lihevkirina normalîzekirina têkiliyan bibin. Her wiha di gelek raporan de hate îdiakirin ku Pakistan jî di vî warî de bi pêş dikeve.   

Serepeyv