Kanûn 30, 2020 22:35 Asia/Tehran
  •  Li cihê kirêgirtiyê Siûdî li Edena Yemenê teqînek din çêbû

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku teqîneke nû li Qesra Meaşîq a ku kirêgirtiyên Sûdî bi alîkariya vê Hevpeymaniya Dagirker, tê de qaşo wezaretên hikumeta Yemenê ya nû damezirandine teqîneke bi hêz çêbû.

Reutersê li ser zimanê şêniyan ragihand ku wan dengê teqînekê li nêzî Qesra Meaşîq a cihê kombona kirêgirtiyên Siûdî bihîstin. Her wiha civîna qaşo wezarîrên aliyê Erebistana Siûdî li Yemenê, piştî êrişa li ser balafirgeha Edenê, li Qesra Meaşîq bi cih bû.

Derbarê encama vê teqînê û kuştî û birîndarên ji ber wê hîn ti agahiyek bi dest neketiye.

Di demeke berê ya îro kesên ku siûdiyan ew bi navê endamên hikumeta nû binav kiribû dema ku ew gihêştin balafirgeha Edenê, balafirgeh hat topbarankirin. Her wiha li gorî teşkîlata kirêgirtiyan bi xwe ya bi navê wezareta tenduristiyê, herî kêm 22 li topbarana hanê hatin kuştin û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûn.

Hat ragihand ku ew gişt ji kirêgirtî û mirovên Hevpeymaniya Siûdî bûn.

Serepeyv