Kanûn 30, 2020 09:03 Asia/Tehran
  • Komên Berxwedana Filistînî ji bo bersivdayîna Rejîma Îsraîlê tetbîqatên leşkerî pêk anîn

Duh cara yekemîn ji bo bersivdayîna êrişên Rejîma Îsraîlê komên Berxwedana Filistînê li Xezayê dest bi tetbîqateke leşkerî ya mezin kir.

Ji bo berfire û rakirina asta koordîne û amadebûnê, komên berxwedana filistînî yên Xezayê ragihand ku ew bi navê “Rukn El-Şedîd” dest bi tetbîqateke leşkerî dikin. Tetbîqat di dîroka Filîstînê de û li Xezayê cara yekemîn e ku pêk tê.

Ev yek hemwextî analîzên ku dibêjin Rejîma Îsraîlê amadekariya operasyoneke leşkerî li dijî Xezayê dike ji bo derbkirina komên leşkerî beriya bidawîbûna serokomariya Donald Trump li Amerîkayê, pêk tê.

Çavdêrên filistînî dibînin ku peyama sereke ji tetbîqata leşkerî “Bersivdayîna Rejîma Îsraîlê û ragihandina amadekariyên bersivdayîna operasyonên vê rejîmê yên muhtemel e.”

Dezgehên ragihandinê yên Rejîma Siyonîst, pêkanîna tetbîqatê ku cara yekê pêk tê, xist rojeva xwe ku tetbîqat asta koordîneya di navbera komên Filistînê û asta pêşketina leşkerî ya wan koman de nîşan dide.

Çavkaniyên ji komên filistînî jî diyar kir ku komên fîlistînî û bi taybetî hêzên leşkerî yên tevgerên Hemas û Cîhad a Îslamî ji ber êrişeke Rejîma Îsraîlê ya muhtemel di dema tetbîqatan de seferber bûne.

Serepeyv