Kanûn 28, 2020 11:57 Asia/Tehran
  • Şandeyeke Misirê serdana Terablusê kir

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku piştî serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirkiyê şandeyeke ewlehiyê ya Misirê îro gihaşt paytexta Lîbyayê Terablusê.

El-Erebiye diyar kir ku şandeya Misirê ji cîgirê serokê îstixbarata giştî, cîgirê wezîrê karên derve û gelek rayedarên hikumeta Misirê pêk tê.

Tê payîn ku şandeya Misirê bi wezîrê karên derve Fethî Başaxa, cîgirê serokê Meclisa Seroketiyê Ehmed Meîtîq, fermandarê hêzên hikumeta Wîfaqê li herêmên rojava Osama El-Ciwêlî û serokê îstixbaratê Îmad El-Terablusî re bicive.

Serepeyv