Kanûn 27, 2020 19:24 Asia/Tehran
  • Taximeke payeberz a misirî derbasî Lîbyayê bû

Taximeke payeberz a misirî pêkhatî ji berpirsên Wezareta karên derve û Istixbarata vî welatî îro Yekşemiyê derbasî Trablosê bû.

Li gorî rapora îro Yekşemiyê ya IRNAyê, Ev sefera taxima misirî li dû sefera roja bihurî ya desteya bilind a artêşa Tirkiyê bi serokatiya Xulûsî Akar Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bo Lîbyayê pêk hat.

Sefera desteya Tirkiyê li pey gefa Xelîfe Hefter, Fermandarê mîlîtanên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê li dijî hêzên Tirkiyê pêk hat.,

Hefter Pêncşemiya bihurî ji hêzên xwe xwest ku jibo derxistina hêzên Tirkiyê û çekdaêrn biyanî ji axa Lîbyayê amade bin.

Wî got ku êrîşa ser hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî bi Enqerê nêzik e û destnîşan kir ku tu bijardeyek jibo tirkan tune heta ku ji axa Lîbyayê derkevin, çi bi şer be çi bi aştî.

 

 

Serepeyv