Li Beytullehmê pîrozbahiyên Noelê bi tedbîrên Kovîd-19ê dest pê kirin
Li Beytullehma li Şerîeya Rojava Çemê Urdinê ya dagirkirî ku dibêjin ciyê jidayikbûna Hz. Îsa ye, li Dêra Bûyînê (Mehd) pîrozbahiyên Cejna Noelê bi tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) dest pê kirin.
Karnewaya cejnê ya ku li kuçe û kolanên Beytullehîmê geriyan, bi tedbîrên ewlekariyê û yên Kovîd-19ê qederek nimayiş pêk anîn.
Şaredarê Beytullehmê Anton Selman ku beşdarî pîrozbahiyan bû, di daxuyaniya xwe ya da Nûçegihanê AAyê da diyar kir ku îsal pîrozbahî di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da bi beşdariya hejmareke sînorkirî ya peywirdarên dînî va bi rê va diçin.
Anton Selman diyar kir ku Beytullehmê peyama aştî û hezkirinê da dinyayê.
Ji bo ku beşdarî pîrozbahiyên li Dêra Bûyînê bibe, li benda Patrîkê Latîn ê Qudsê Serpîskopos Pierbattista Pizzaballa ne.
Tê plankirin ku ayîna nîvê şevê bi beşdariya peywirdarên dînî îşev bi rê va biçe.
Ji bo mezhebên Xirîstiyanan ên girêdayî salnameya Rojhilatê, pîrozbahiyên Noelê 7ê rêbendanê dê bên kirin.
Dêra Bûyînê (Mehd) ku wisa tê bawerkirin ciyê jidayikbûna Hezretî Îsa ye, yek ji ciyên herî pîroz ên Xirîstiyanan e.