Zanîngeha El-Ezher bertek nîşanî endamtiya tevgera Îxwan el-Muslimîn a Misrê da
Kanûn 22, 2020 23:52 Asia/Tehran
Zanîngeha El-Ezher li dijî endametiya tevgera Îxwan el-Muslimîn ên Misrê helwestek nîşan da.
Li gorî malpera rojnama Al-Sharq Al-Awsat (çapa Londonê), Zanîngeha El-Ezher li Misirê yekem car dijî her endamtiya rêxistina Îxwan el-Muslimîn ku karbidestên Misirî bi fermî ew wekî komek terorîst ragihandiye, bertek nîşan da.
Navenda Fetwa Elektronîkî ya El-Ezherê di fetwayek nivîskî de ragîhand; Tevlîbûna Îxwan el-Muslimîn û komên din ên terorîst ji hêla ol û şerîetê ve qedexe û heram e.
Karbidestên Misirî ji Mijdara 2014an vir da tevgera Îxwan el-Muslimîn wekî komek terorîst îlan kir.