Kanûn 21, 2020 18:28 Asia/Tehran
  • Firokeya bêpîlot a naskirinê ya Erebistanê ji aliyê artêşa Yemenê va hat jordaxistin

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê qala jordaxistina Firokeya bêpîlot a naskirinê ya Erebistanê kir.

Li gorî rapora kanala Mesîreyê, Sertîp Yehya Serî, B ragihand: Bergiriya asimanî ya Yemenê îro Duşemiyê beriya nîvro karî ku Firokeya bêpîlot a naskirinê ya sîxoriyê ji cûreya Ch-4 a Erebistana Siûdî li navçeya Medxela parêzgeha Mareba Yemenê bêxe xwarê.

Serî' got: Ev Firokeya bêpîlot a naskirinê ya Hêza asimanî ya Erebistanê bûye û bi mûşekeke munasib hatiye xistin.

 

 

Serepeyv