Kanûn 17, 2020 15:34 Asia/Tehran
  • Wezîrê şêrr ê Rêjîma Siyonîst mukur hat ku veşartî çûye welatên erebî

Wezîrê şêrr ê Rêjîma Siyonîst li xwe mukur hat ku dema pêkanîna memûriyetên leşkerî bi awayekî veşartî çûye welatên erebî.

Benî Gantz (Benny Gantz), Wezîrê şêrr ê Rêjîma Siyonîst di hevpeyivîna digel rojnameya siûdî ya El-Şerq El-Ewssetê got ku di heyama 38 alên hebûna xwe li artêşa Israîlê bi awayê veşartî çûye welatên erebî, lê niha dixwaze ku aşkira here van welatan.

Gantz ku destê wî bi xwîna bi hezaran filistînî û misilmanên welatan werdayî ye, bi gotina vêya ku bêyî çareserkirina tam a meseleya Filistînê li Rojavayê Asyayê tu aştiyeke giştalî dê pêk neyê, ji Mehmûd Ebas Serokê Rêxistina xweser a Filistînê xwest ku tevli pêvajoya sazişkariyê bibe.

Wezîrê şêrr ê Rêjîma Siyonîst îdia kir, pêvajoya pêwendiya digel welatên erebî derfeteke pirr baş û rasteqîn jibo Sazişkariyê ye.

Gotinên Benî Gantz di halekî da ne ku Rêjîma Siyonîst bi salan e bi kuştin û girtina filistîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn dil heye ku cuxrafiya û demografiya filsitînê biguherîne û van navçeyan bike siyonîstî da ku serdestîxwaziya xwe li Filsitînê tesbît bike.

 

Serepeyv