Kanûn 08, 2020 09:16 Asia/Tehran
  • El-Sîsî û Macron bang li aliyên lubnanî kirin ku hikumetekê ava bikin

Serokomarê Misirê Abdulfetah El-Sîsî û serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bang li hêzên siyasî yên lubnanî kirin ku hikumetekê ku pirisgirêkên welat çareser bike, ava bikin.

Serokomarê Misirê Abdulfetah El-Sîsî û serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parisê civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist. El-Sîsî bang li hêzên lubnanî kir ku şansekê bidin, da ku hikumetek ji bo çareserkirina pirsgirêkên Lubnanê, were avakirin.

Serokomarê Misirê got: "Ne pêkan e em dest ji Lubnanê berdin, ji bo vê em dixwazin bi lez hikumetê ava bikin."

Girêdayî heman mijarê, serokê Fransayê Emmanuel Macron jî bang li hêzên siyasî kir ku hikumetekê bi lez ava bikin û Lubnan azarên nepêkanîna rêveçûna siyasî yên guncaw dikişîne.

Dê Macron di 21 heta 23’yê vê mehê de, careke din serdana Lubnanê bike. Da ku ketîbeya fransî bi boneya UNIFIL’ê de pîroz bike, di heman demê de jî bernama serdanê bi tevahî nehat eşkerekirin.

Serepeyv