Kanûn 07, 2020 16:17 Asia/Tehran
  • Hejmareke zêde ji kirêgirtiyên yemenî xwe radest kirin

Tabûreke kirêgirtiyên yemenî piştî ragihandina Lêborandina giştî li vî welatî, xwe radestî hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê kirin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Kanala Al-Alamê, Hejmareke zêde ya tabûreke kirêgirtiyên yemenî ku hevkariya digel hêzên Ebde Rebbe Mensûr Hadî serokomarê istîfakirî yê Yemenê dikirin, xwe radestî hêzên Senayê kirin.

Yehya Serî' Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê di rêûrisma pêşwaziya ji çekdarên teslîmbûyî careke din ji kesên ku hevkariya digel destdirêjkeran dikin xwest ku derfetê zenîmet bizanibin û Lêborandina giştî ya ragihandî bi kar bînin.

Yehya Serî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku kirêgirtî û dagirkeran tu çarenûsek ji billî jinavçûnê tunene, got: Hêzên destdirêjker piştî ziyanên ku li bereyên cûrbecûr li wan ketine, gihîştine dawiyê.

 

Serepeyv