Mijdar 24, 2020 12:42 Asia/Tehran
  • Sena: Êrîşên domdar ên li dijî Yemenê bêbersiv namînin

Serokwezîrê Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenê got ku domandina êriş û dorpêça li dijî Yemenê ji alîyê koalîsyona Seûdî a dagîrker ve dê bêbersiv nemîne.

Li gorî rapora roja Sêşemê ya tora "Al-Masira"; Serokwezîrê Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenê, Ebdul Ezîz bin Hebtûr, operasyona bêhempa ya yekîneya mûşekî ya vî welatî di warê armanckirina dezgeha neftê ya Aramco ya Erebistana Seûdî da, pîroz kir û got ku hemî armancên li welatên ku Yemenê dikin armanca desdirêjî û êrişên xwe yên dagîrkirî, rewa ne.

Ebdul Ezîz bin Hebtûr got: "Heke hevpeymaniya Seûdî aşitiyê dixwaze, divê ew şer û dorpêça Yemenê rawestîne,", û anî ziman ku berxwedana miletê Yemenê wek astengek asayî dimîne li ber normalîzekirina pêwendiyên bi serşûrî û hiqaret ên hin welatên Erebî digel Rejîma Siyonîstî.

Yekîneya mûşekî ya Hêzên Çekdar ên Yemenî duh danê sibê bi moşekek cruise Quds 2 êrişî stasyona belavkirinê ya şirketa neftê ya Erebistana Seûdî Aramco li Cedehê kir.

Erebistana Seûdî, bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmaret) û çend welatên din, ji Adara 2015an û vir ve êrişek leşkerî li dijî Yemenê da destpê kirin û dorpêça bejahî, deryayî û hewayî danî ser wî welatî.

Serepeyv