Mijdar 24, 2020 11:52 Asia/Tehran
  • Guterres ji bersiva mûşekî ya Yemenê ji cinayetên Hevpeymanya Siûdî re bi fikar e

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bi fikarbûn û xemgîniya xwe li ser armanckirina tesîsên neftê yên Aramcoya Erebistana Siûdî diyar kir.

Li gorî Sputnik, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bertek nîşanî êrişa roja Duşemê ya ser sazgeha neftê ya Aramco da, êrişa ku arteşa Yemenê di bersiva cinayetên Al Siud  de pêk anî.

Wî dilgiraniya xwe li ser armanckirina navendên Aramco anî ziman û bang li her du aliyan kir ku aram û li ser hemdê xwe bibin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yehya Seri duh Duşemê got ku hêzên Yemenî bi mûşekek Quds 2 dezgeha neftê ya Aramco kire hedef.

Yehya Seri tekez kir ku mûşeka Quds 2 nifşek nû ya mûşekên qanatdar e ku ji hêla Yekîneya Mûşekî ya Yemenê ve hatiye hilberandin û piştî operasyonên serketî yên di kûrahiya Erebistana Siûdî de ku nehatin ragihandin, bikaranîna wan hate destpê kirin.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenî got: operesyon wan di bersiva domandina dorpêçî û êrişkarîya dijmin de û li gorî sozên ku hêzên çekdar çend roj berê dabûn ku dê kûrahîya hundurê Erebistana Sîudî bikin hedef, pêk hat.

Serepeyv