Mijdar 23, 2020 23:15 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî bertek nîşanî hevdîtina Bin Selman û Nêtanyahû da

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî hevdîtina welîehdê Erebistanê digel serokwezîrê Rêjîma Siyonîst derew zanî.

Li gorî rapora IRNAyê, Feysel bin Ferhan, Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî îro Duşemiyê wek berteka li hemberî rapora medyayên siyonîst derbarê hevdîtina Muhemed Bin Selman welîehdê vî welatî digel Bênyamîn Nêtanyahû Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst, her cûre hevdîtina navbera Muhemed Bin Selman û rayedarên israîlî derew zanî.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî di twittera xwe da nivîsî ku civîneke wiha nehatiye lidarxistin û tenê berpirsên amerîkî û siûdî beşdarî civînê bûne.

Di vî halî da, Reutersê ragihand, Bênyamîn Nêtanyahû nexwest ku derbarê rapora medyayên siyonîst yên derbarê hevdîtina wî digel Muhemed Bin Selman tiştekî bibêje.

Ev di halekî da ye ku Wezîrê Perwerdehiyê yê Rêjîma Siyonîst jî  di axaftinekê da hevdîtina navbera Nêtanyahû û Bin Selman piştrast kir.

Malpera rojnameya Ha Arêtsê îro Duşemiyê nivîsî ku Bênyamîn Nêtanyahû Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst di vê çûyîna veşaertî da digel Muhemed Bin Selman Welîehdê Siûdî û Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê hevdîtin pêk aniye.

Ha Arêtsê ragihand: Di vê hevdîtina veşartî da Yosî Kohên Serokê Mûsadê (Rêxistina Sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst) hevrê digel Nêtanyahû bû û di hevdîtina bi Muhemed Bin Selman  û Pêmpêo ra ku li bajarê Nêûmê li parêzgeha Tebûka Erebistanê pêk hat da hebûye.

Vê çavkaniya siyonîstî destnîşan kir, di halekî da ku rêya firrîna balefiraa hilgirê serokwezîrê Israîlê li ser malpera cîhanî ya Çavdêriya Firrînê (Flight-Tracking) da ku gişt geştên asimanî dişopîne, hatiye tomarkirin, tevî vê yekê Ofîsa serokwezîrê Israîlê tu şiroveyek derbarê vê yekê raber nekiriye.

Nêtanyahû di halekî da çû Erebistanê ku Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê di halê geriyana xwe li navçeyê ye.

Wer xuya dike ku ev hevdîtin bi armanca hewildana Donald Trump jibo dewama asayîkirina pêwendiyan navbera Rêjîma Siyonîst û hin rêjîmên ereb ên navçeyê pêk hatiye.

 

Serepeyv