Mijdar 23, 2020 16:56 Asia/Tehran
  • Nêtanyahû û Pompêo hevdem çûne Erebistanê

Çavkaniyên siyonîst qala çûyîna veşartî ya Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst û hin rayedarên Mûsadê hevdem digel hebûna Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li vî welatî kirin.

Malpera rojnameya Ha Arêtsê îro Duşemiyê nivîsî ku Bênyamîn Nêtanyahû Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst di vê çûyîna veşaertî da digel Muhemed Bin Selman Welîehdê Siûdî û Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê hevdîtin pêk aniye.

Ha Arêtsê ragihand: Di vê hevdîtina veşartî da Yosî Kohên Serokê Mûsadê (Rêxistina Sîxoriyê ya Rêjîma Siyonîst) hevrê digel Nêtanyahû bû û di hevdîtina bi Muhemed Bin Selman  û Pêmpêo ra ku li bajarê Nêûmê li parêzgeha Tebûka Erebistanê pêk hat da hebûye.

Vê çavkaniya siyonîstî destnîşan kir, di halekî da ku rêya firrîna balefiraa hilgirê serokwezîrê Israîlê li ser malpera cîhanî ya Çavdêriya Firrînê (Flight-Tracking) da ku gişt geştên asimanî dişopîne, hatiye tomarkirin, tevî vê yekê Ofîsa serokwezîrê Israîlê tu şiroveyek derbarê vê yekê raber nekiriye.

Nêtanyahû di halekî da çû Erebistanê ku Mayk Pompêo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê di halê geriyana xwe li navçeyê ye.

Wer xuya dike ku ev hevdîtin bi armanca hewildana Donald Trump jibo dewama asayîkirina pêwendiyan navbera Rêjîma Siyonîst û hin rêjîmên ereb ên navçeyê pêk hatiye.

 

Serepeyv