Mijdar 21, 2020 19:20 Asia/Tehran
  • Civîna G20 îro li Erebistana Siudî dest pê dike

Îro, gera 15'emîn ya G20 ku cara yekemîne li dewleteke ereban lidar dikeve, wê li Erebistana Siûdî destpê bike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Şahê Erebistana Siûdî Silêman bin Ebdulazîz dê serokatiya rûniştina 15'emîn a lûtkeyê bike. Civîn wê bi rêya online were lidarxistin.

Civîna îro bi beşdariya gelek serokên dewletan, rêxistinên navneteweyî û herêmî dest pê dike û dê heya sibê bidome.

Rojeva Civînê gelek mijaran digire nav xwe, ya herî girîng jî enerjî, avhewa, aboriya dîjîtal, tenduristî û perwerde ye. Her wiha dozên girêdayî Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê de, dê werin nîqaşkirin.

Ji aliyekî din ve jî, rayedarekî rêveberiya DYA'yê ragihand ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trump dê beşdarî Civîna serokên dewletên G20 bibe

 

 

Serepeyv