Li başûrê Filistîna dagirbûyî teqînek qeiwmî
Mijdar 17, 2020 12:46 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî qala qewimîna teqîneke mezin li başûrê Filistîna dagirkirî kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Li gorî ragihandina çavkaniyên nûçeyan, teqîna roja Sêşemiyê li karistana berhemanîna metalê ya Eşdûdê lin başûrê Filistîna dagirkirî qewimiye ku ji ber wê heta niha du kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyênn siyonîst heta niha derbarê sedema vê teqînê tiştek belav nekirine.
Çavkaniyên nûçeyan beriya niha jî qala qewimîna teqînê li Hêzgeha elektrîkê ya bajarê Eşdûdê û qutbûna elektrîka beşeke berfireh a Filistîna dagirbûyî kiribûn.