Li Sînayê helîkopterek ket: 7 leşker mirin
Mijdar 13, 2020 09:48 Asia/Tehran
Helîkopterek ku Hêzên Çavdêriyê yên Navnetewî hildigirt, li Sînayê ket. Di qezayê de 7 kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Helîkopterek ku Hêzên Çavdêriyê yên Navnetewî hildigirt îro li herêma Sînaya Misrê ket. Hate diyarkirin ku di qezayê de 7 kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan e.
Di nava kesên mirî de 5 leşkerên Amerîkî, 1 Fransî û 1 jî yê Çekê tê dîtin.
Hawar Newsê nivîsiye: "Buroya Hêzên Çavdêriyê yên Navnetewî ya li Îsraîlê diyar kir ku qezayek çêbûye û daxuyaniyeke din ne dane".