Rejîma Îsraîl ji tirsa îhtimala çalakiyan li El-Difa, Xeza û sînorê Lubnanê kete nava seferberiyê
Mijdar 12, 2020 12:21 Asia/Tehran
Dezgehên çapemeniyê yên Rejîma Siyonîstî ragihand ku artêşa vê rejîmê ji ber metirsiya çalakiyan li El-Difa (rojavayê çemê Urdinê), avêtina moşekan ji Xezayê û rûdana operasyonên li ser sînorên Lubnanê, amadekariyên xwe dike.
Malpera Walla da zanîn ku artêşa Rejîma Îsraîlê ji bo bersivdayîna çalakiyên El-Difa ya rojavayê çemê Urdinê ku piştî merasîma cenazeyê Saeb Erîqat werin lidarxistin û çalakiyên li Xezayê di salvegera kuştina Ebû El-Etta de, amadekariya xwe kir.
Li gorî malperê artêşa Rejîma Siyonîstî texmîn dike tevgera Cîhada Îslamî ji bo bersiva kuştina Ebû El-Etta plan dike ku operasyoneke berfireh a tolhildanê pêk bîne, ji ber vê yekê artêşa Îsraîlê amadekariyên xwe li ser sînor bi Xezayê re kir.