Mijdar 11, 2020 16:53 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Behreynê koça dawî kir

Xelîfe bin Selman Alê Xelîfe, Serokwezîrê Behreynê yê 85 salî koça dawî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a dewleta Behreynê, Ofîsa paşatiya Behreynê nûçeya koça dawî ya Xelîfe bin Selman Alê Xelîfe piştrast kir.

Paşayê Behreynê bi boneya koça dawî ya serokwezîrê vî welatî hefteyek Şîna Gelemperî ragihand.

Her wiha rêveberiyên dewletî yên Behreynê dê bi qasî sê rojan di rewşa betalaniyê da bin.

Xelîfe Bin Selman ji sala 1971ê va ku Behreyn serbixwe bû heta niha Serokwezîrê vî welatî bû.

Serokwezîrê herî kevn ê cîhanê û apê Hemed bin Îsa Paşayê Behreynê ji endamên herî bihêz ên binemala paşatiya vî welatî û ji siyasetvanên herî tund ên behreynî bû.

Wêdadayîna Xelîfe bin Selman ku roleke girîng di asayîkirina pêwendiyên Behreynê digel Rêjîma Israîlêhebû, ji daxwazên sereke yên neraziyên behreynî bû.

 

Serepeyv