Cotmeh 24, 2020 23:04 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi firokeyên bêfirokevan a artêşa Yemenê ser du balefirgeh û baregeheka leşkerî ya Erebistanê

Yekîneya firokeyên bêpîlot a Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê roja Şemiyê balefirgehên Cîzan û Ebhayê û baregeha asimanî ya Xemîs Meşîtê li başûrê Erebistanê kirin armanc.

Li gorî rapora Fars Newsê, Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku Firokeyên bêfirokevan ên Qasif-Ka2 yên Artêşa Yemenê balefirgehên Cîzan û Ebhayê û baregeha asimanî ya Xemîs Meşîtê dane ber êrîşan.

Yehya Serî' got ku ev êrîş wek berteka bo cinayetên dijmin û dorpêçkirin û dewama êrîşên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî ser Yemenê pêk hatine.

 

Serepeyv