Cotmeh 24, 2020 09:19 Asia/Tehran
  • Tevgera Ensarullah a Yemenê bertek nîşanî asayîkirina pêwendiyên Sûdan û Rêjîma Siyonîst da

Tevgera Ensarullah a Yemenê sayîkirina pêwendiyên Sûdan û Rêjîma Siyonîst şermezar kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Tevgera Ensarullah a Yemenê Îniyê bi şev bi dayîn adaxuyaniyekê kiryara Sûdanê ya pêkanîna pêwendiyan digel Rêjîma Siyonîst rezîlane da zanîn û ragihand: Rêjîmên cinayetkar ku bi timakarî û zêdexwaziyên Rêjîma Siyonîst ra hevrêtiyê dikin û mesleya herî pîroz a îslamî xistine bazarê, roja îro aşkira  û riswa bûne û ji bilî serşûrî û ziyanê dê tiştekî nebînin.

Di daxuyaniya Tevgera Ensarullah a Yemenê da hatiye: Her çiqasî ev rêjîm xiyanetê bikin û sozdariya xwe derheqê Amerîka û Israîlê ragihînin, miletên wan dê tu wextî wan nepejirînin û dê şermezarkirina van cûre karan û her cûre tevgera jibo jinavbirina ramana Filistînê bidomînin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Îniyê qala asayîbûna pêwendiyan navbera Sûdanê û Rêjîma Siyonîst kir û ragihand ku Sûdan û Israîl li ser asayîkirina tam a pêwendiyan li hev kirine.

Pêştir jî li pey hewildanên serokomarê Amerîkayê jibo hêsankirina pêvajoya normalkirina pwêendiyên rêjîmên erebî digel Rêjîma Siyonîst, Imarat û Behreynê li ser asayîkirina tam a pêwendiyên dîplomatîk li hev kiribûn.

 

Serepeyv