Cotmeh 23, 2020 22:45 Asia/Tehran
  • Filîstîniyan lihevkirina Sûdan û Îsraîlê şeremzar kir

Rêxistina Rizgariya Filîstînê, lihevkirina sazkirina têkiliyan a di navbera Sûdan û Rejîma Siyonîstî de bi "Derbeyek nû di pişta gelê Filîstinê" bi nav kir.

Endamê Komîteya Navendî ya Rêxistina Rizgariya Filîstînê Wasil Ebû Yûsif têkildarî lihevkirina Sûdan û Rejîma Îsraîlê ya sazkirina têkiliyan got: "Tevlêbûna Sûdan a nava dewletên ku bi Rejîma dagirker a Îsraîlê re têkilî saz kirine derbeyeke nû di pişta gelê Filîstinê de ye û xiyanetek ji doza wê ya adil re ye, di heman demê de derketina ji însyatîfa aştiya erebî ye."

Fermandarê Tevgera Hemasê Samî Ebû Zehrî jî got: "Peymana sazkirinê, bi êş e û li dîroka Sûdanê ya alîgirê doza Filîstînê re nayê."

Ebû Zehrî her wiha got: "Em ji wan serokan re dipirsin, gelo bi hevbendiya we ya bi Rejîma dagirker a Îsraîlê re, hûn ketine rewşeke şerê li dijî Filîstînê?"

Heyavê demê Rejîmên Îmarat, Behreyn û vê dawiyê jî rejîma berwext a Sûdanê di çarçova xiyaneta li doza Filistînê bi rejîma Siyonîstî re peymana lihevkirin û sazkirina pêwendiyan îmza jirin û serokê Amerîkayê jî dibêje ku bi zûtî Rejîma Siûdî jî tevlî vê lihevkirina bi îxanet dibe.

Serepeyv