Sûdanê bi xiyaneta li filistînê biyar da têkiliyên xwe bi Rejîma Îsraîl re bi pêş bixe
Di daxuyaniyeke hevpar bi Amerîkayê re hat ragihandin ku hikûmeta Sûdanê di çarçova xiyaneta welatên erebî li doza Filistînê de bi rejîma Îsraîlê re li hev kiriye ku têkiliyên xwe bi vê rejîmê re berfire bike.
Di daxuyaniya hevpar de hate gotin: "Îsraîl û Sûdan gihiştin lihevkirina sazkirina têkiliyan."
Her wiha hate gotin ku Serokomarê Amerîkayê Donld Trump, Serokê Meclisa Serweriya Demkî ya Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan, Serokê hikumeta Sûdanê Abdullah Hemdok, Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê Benyamin Netanyahu îro bi têlefonê "pêşkeftina dîrokî ya ku Sûdanê ber bi demokrasî û piştgiriya aştiya li herêmê ve kir" nîqaş kirin.
Di daxuyaniya wan de hatiye destnîşankirin ku li gorî peymanê, dê têkiliyên aborî û bazirganî, her wiha çandinî di navbera Rejîma Siyonîstî û Sûdanê de werin pêkanîn.
Li gorî ajansa Reutrsê Trump got: "Ez teqez dikim ku Erebistana Siûdî jî dê demeke nêzik de tevlî sazkirina têkiliyan bi Îsraîlê re bibe."
Di heman çarçoveyê de, şêwirmendê Koşka Spî Jared Kushner piştrast kir ku welatên din dê bi Rejîma Îsraîlê re ber bi aştiyê(hevhatinê) ve biçin û îdia kir ku Nakokiya Filîstîn-Îsraîlê di rêya çareseriyê de ye.
Nûnerê taybetî yê Amerîkî li karûbarên Îranê Brian Hook jî bal kişand ser lihevkirina hin welatên erebî û rejîma siyonîstî ku filistîniyan ew wek lêxistina xencerê ji pişt ve li Filistînê dane zanîn, û îdia kir: "Nakokiya Erebî û Îsraîlê ber bi dawiya xwe ve diçe."
Konseya Serweriya Demkî ya Sûdanê ragihand ku, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump biryara rakirina Sûdanê ji lîsteya dewletên ku piştgiriyê didin terorê bi fermî îmze kir.