Pênc welatên ewropî bi daxuyaniyekê bajarokçêkirina Rêjîma Siyonîst şermezar kirin
Cotmeh 16, 2020 16:40 Asia/Tehran
Pênc welatên ewropî bi daxuyaniyeke hevpar berfirehbûna bajarokçêkirina Rêjîma Siyonîst şermezar kirin û daxwaza rawestandina bilez a wê yekê kirin.
Li gorî El-Cezîreyê, Dewletên Almanya, Fransa, Brîtanya, Îtalya û Spanyayê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin: Dora nû ya bajarokçêkirinan binpêkirina qanûnê û gefek jibo rêkara du-dewletî tê zanîn.
Van pênc welatan kiryarên Rêjîma Siyonîst gellek "Ne-kêrhatî" û "Dijî qanûnên navneteweyî" dan zanîn.
Di vê daxuyaniyê da her wiha tevî pêgiriya li ser rawestandina bilez a malên filistîniyan hatiye: Cihanîna tam a biryarnameya 2334ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY û gişt xalên wê pêwîst e.