Pevçûna navbera eskerên siyonîst; 21 kes birîndar bûn
Cotmeh 12, 2020 19:29 Asia/Tehran
Medyayên Rejîma Siyonîstî qala rakirina hejmareke eskerên vê rejîmê bo nexweşxanê piştî pevçûna li yek ji meqerên eskerî kirin.
Rojnama îbrî ya Yedîût Aharnotê yekşemiyê bi şev nivîsî ku li pevçûna komî ya eskerên siyonîst li meqera perwerdeyê ya serleşkir Qefatî li başûrê Filistîna dagirbûyî 21 kes birîndar bûn.
Li gor vê raporê, heft kes ji van eskeran ji ber giraniya birînên xwe hatin rakirin bo nexweşxanê.
Artêşa Rejîma Siyonîstî ragihandiye ku lêkolînên têkildarî hegera vê bûyerê destpê kiriye.