Xwenîşandana gelê Îsraîlê li dijî siyasetên kabîna Nêtanyahû didome
Bi hezaran îsraîlî tevî belavbûna vîrûsa koronayê û hebûna berbendên giran li erdên dagirbûyî li dijî siyasetên kabîna Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî xwenîşandan li dar xistn.
Bi hezaran îsraîliyên rûniştiyê Telavîvê û hin bajarên din ên erdên dagirbûyî yên Filistînê Yekşemiyê şevê bona protestokirina dosiyên gendeliya Nêtanyahû û lawaziya wî li rêveberiya qeyrana koronayê û qeyrana aborî, xwenîşandan li darxistin û daxwaza îstifaya kabîna wî kirin.
Erdên dagirbûyî li mehên derbasbûyî bi caran şehedê xwenîşandana li dijî gendeliya Binyamîn Nêtanyahû û xebata lawaz a dewleta wî di warê rawestana li ber vîrûsa koronayê da bûye.
Nêtanyahû li mehên derbasbûyî 4 dosiyên gendeliya aborî hebûne.
Dosiyên ku li medyayan wek dosiya 1000, doisya 2000, dosiya 3000 û dosiya 4000 hatine binavkirin.