Cotmeh 10, 2020 14:15 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Hesan Diyab li ser lezandina damezirandina Dewleta Libnanê

Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Libnanê daxwaza lezandinê jibo damezirandina dewleta nû li vî welatî kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya El-Minarê, Hesan Diyab Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a Libnanê di axaftinekê da derengketina damezirandina dewletê li vî welatî da karesat da zanîn û got: Divê herî zûtir dewleta nû were damezirandin; Ji ber ku Libnan nikare heta du mehên din sebr bike.

Roja 4ê Tebaxa 2020î bendergeha Beyrûtê bi teqîneke bihêz wêran bû. Di encamê da zêdetirî 190 kesî hatin kuştin û 6500 kes jî birîndar bûn.

Li pey vê teqînê Hesan Diyab serokwezîrê Libnanê dest ji kar kişand.

 

Serepeyv