Îlon 29, 2020 23:54 Asia/Tehran
  • Encûmena wezîrên Kuweytê: Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah Mîrê Kuweytê ye

Piştî koça dawiyê ya Mîrê Kuwêtê Şêx Sebah El Ehmed El Cabir El Sebah ya îro 29.09.2020ê encûmena wezîrên Kuweytê ragehand, ji îro pê de Welîahd Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah Mîrê welat e, ku gelek peywirên payebilind ên giring di dîroka Kuweytê de birêve birine.

Şêx Newaf El Ehmed El Cabir El Sebah dayîkbûyê sala 1937ê ya bajarê Kuweytê ye û şeşemîn kurê, duyem hakimê Kuwêtê Şêx Ehmed El Cabir El Mubarek El Sebah e, ku salên 1921 û 1950ê de desthilatê welat bû.

Şêx Newafê 83 salî  3 kur û keçekî heye û navên wan jî waha ne; Şêx Ehmed, Şêx Feysel, Şêx Ebdula û keça wî jî Şêxe El Newaf e.

Piştî azad kirina Kuweytê ji destê artêşa dagirker a Iraqê di sala sala 1991ê de û pêkanîna hikûmetê ve daxwaz ji Şêx El Newaf hat kirin wezareta kar û karûbarên civakî wergire.

Serepeyv