Îlon 29, 2020 21:20 Asia/Tehran
  • Mîrê Kuwêtê ji dinê çû

Mîrê Kuweytê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah jiyana xwe ji dest da.

Televîzyona dewletê ya Kuweytê ragihand ku Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah di temenê xwe yê 91 salî de emrê xwedê kir.

Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah di sala 1929an de jidayîk bûye û pêncemîn mîrê piştî serxwebûna Kuwêtê bûye.

Ewilî Wezîrê Ragihandinê û piştre Wezîrê Derve bûye. Heta 40 salan peywirên Wezareta Elektrîkê û Wezareta Derve bi rê ve biriye.

Di şerê Sedam Husên ê li dijî Kuweyt de, Mîr Sebah Wezîrê Karûbarên Derve bû û wê demê karîbû cîhanê qayîl bike ku li dijî Iraqê piştevaniya Kuwêtê bikin. Di sala 2006an de bû Mîrê Dewleta Kuweytê.

Serepeyv