Îlon 24, 2020 12:50 Asia/Tehran
  • Hin belge ji destwerdana Amerîkayê li karên navxweyî yên Yemenê hatin weşandin

Kanala televîziyoniya El-Mesîreya Yemenê hin belgeyên nihênî ji destwerdanên balyozxaneya Amerîkayê li karên navxweyî yên Yemenê weşandin.

Kanala televîziyoniya El-Mesîreya Yemenê roja Pêncşemiyê ragihand: Hin belgeyên weşandî yên destwerdana Amerîkayê li karên navxweyî yên Yemenê ji balyozxaneya wî welatî Senaya paytexta Yemenê û hinên din jî di desgeha ewlehiya neteweyî ya Yemenê beriya serhildana 21ê Îlona 2014an hatine bidestxistin.

Di belgeyeke weşandî ji balyozxaneya Amerîkayê li Yemenê, Cirald Fayîrtiyan Balyozê berê yê Amerîkayê li Yemenê hin destûr derbarê veguhestina Yekîneya têkoşîna dijî têrorîsmê ji Wezareta karên hundir daye Wezareta Berevaniyê.

Belgeyên weşandî ji destwerdana Amerîkayê li karên navxweyî yên Yemenê nîşan didin ku çawa kiryarên rayedarên amerîkî bûye sebeba destûrên lezgîn ên leşkerî bi armanca xizmeta bo berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê û bêyî berçavgirtina berjewendiyên Yemenê.

Sala 2014an gelê Yemenê bi nîşana nerazîtiya li hemberî bêtevdîriya dewleta Ebde Rebbeh Mensûr Hadî serokomarê istîfakirî yê Yemenê xwenîşandan bi rê xistin ku bi dewama xwenîşandana seranserî, gel û hêzên Înqilabî yên Yemenê roja 21ê Îlonê derbasî bajarê Senayê bûn û Tevgera Ensarullahê bi alîkariya partiyên din ên yemenî, dewlet girte destê xwe.

 

Serepeyv