Balafirên Hevpeymaniya Siûdî sê parêzgehên Yemenê bombebaran kirin
Balafirên Hevpeymaniya dagîrker a Siûdî parêzgehên Marib, El-Cuf û El-Beyza yên Yemenê bombebaran kirin.
Kanala El-Mesîre ragihand ku balafirên şêr ên Hevpeymaniya dagîrker a Siûdî deverên Natiq û El-Melacem li parêzgeha El-Beyza û severa El-Ebdiye li parêzgeha Maribê kirin hedefa êrişên xwe.
Hîn derbarê xisar û kuştî û birîndarên van êrişan nûçeyek belav nebûye.
Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî û çend welatên din bi hevkarî û alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 şerekî giran li dijî gelê Yemenê dan despêkirin û ev welat ji wê demê heya niha ji erd, esman û deryayê dorpêç kirine. Di encama van kiryar û cinayetên dagîrkeran heya niha zêde ji 17 hezar hatine kuştin û bi dehan hezar jî birîndar bûne û bi milyonan yemenî jî aware û bê mal û mesken bûne.