Tebax 19, 2020 23:23 Asia/Tehran
  •  Berdevkê wezareta derve ya Sûdanê ji ber axivtina derbarê pêwendiya bi Rejîma Siyonîstî re ji ser karê xwe hat hilanîn

Wezareta Derve ya Sûdanê diyar kir ku berdevkê vê wezaretê ji ber axivtina derbarê sanahîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîtî re ji ser pêwerên xwe hatiye hilanîn.

Li gor Kanala Al-Jazeera ya Qeterê, Wezareta derve ya Sûdanê îro ragihans ku   berdevkê Wezareta Karên Derve ya Sûdanê Heyder Bedewî Sadiq ji ber piştrastkirina sanhîbûna pêwendiyên Sûdan û Rejîma Siyonîstî ji ser postê berdevkiya wezareta derve hatiye rakirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Sûdanê Heyder Bedewî berî ku ji ser vê postê were rakirin ji serokê Konseya Veguhestinê ya Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan  û ji serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdûk xwestibû pêwendiyên veşartî bi Rejîma Siyonîstî re ji xelkê Sûdanê re eşkera bikin.

Wezareta Derve ya Sûdanê îdia dike ku ti pêwendiyek di navbera Xartûm û Telavîvê tineye.

Duh berdevkê Wezareta Karên Derve ya Sûdanê Heyder Bedewî herwiha ragihandibû ku welatê wî peymana aştiyê bi Îsralî re lêkolîn dike û îdia kiribû ku ew peyman li gorî berjewendiya Xertûmê ye ku bêyî zirarê bigihîne nirxan.

Di van mehên dawiyê pêvajoya sanahîkirina pêwendiyên hin welatên erebî yên wekî Îmarat û Rejîma Siûdî bi Rejîma Siyonîstî re bi lezgînî pêşve diçe. Ev karê wan rastî şermezarkirin û nerizamendiya gelek welat û gelên cîhanê hatiye.

Serepeyv