Tebax 18, 2020 18:47 Asia/Tehran
  • Parlimana Kuweytê lihevkirina Imarat û Israîlê şermezar kir

Nûnerên Parlimana Kuweytê lihgevkirina vê dawiyê ya navbera Imaratê û Rêjîma Siyonîst jibo asayîkirina pêwendiyan şermezar kirin.

Li gorî rapora Rojnameya Enbayê, 37 nûnerên Parlimana Kuweytê îro Sêşemiyê bi wajokirina daxuyaniyekê li ser helwêsta neguhêr a Parlimana Kuweytê û gelê vî welatî ya nepejirandina asayîkirina pêwendiyan digel Rêjîma Siyonîst pêgirî kirin.

Nûnerên Parlimana Kuweytê di vê daxuyaniyê da tevî amajeya bi cinayetên Rêjîma dagîrker a siyonîst, ji dewleta vî welatî xwestin ku helwêsta xwe derheqê vê lihevkirinê aşkira bike.

 

Serepeyv