Tebax 17, 2020 14:46 Asia/Tehran
  • Berpirsekî Amerîkayê behsa asayî kirina pêwendiyên Siûdiyê û Îsraîlê dike

 Berpirsekî peyabilind ê Amerîkayê piştî peymana Îmarat û rejîma Îsraîlê ya asayîkirina pêwendiyan niha behsa asayîkirina pêwendiyên rejîmên Siûdiyê û Îsraîlê dike.

  Şêwirmendê asayîşa netewî yê Amerîkayê Robert C. O’Brien ji kanala NBC re ragehand, îdareya welatê wan piştraste ku gelek welatên din dixwazin wek Îmaratê pêwendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî bikin.

Robert C. O’Brien ragehand, muhtemel e ku Siûdiye jî piştî Îmaratê pêwendiyên xwe li gel Rejîma Îsraîlê asayî bike.

Roja 13.08.2020ê serokê Amerîkayê Donald Trump, Welîahdê Ebuzebî Mihemed Bin Zayd û serokwezîrê rejîma Îsraîlê Benyamin Netenyahu li ser asayîkirina pêwendiyên Îsraîlê û Îmaratê rêkeftin.

Serepeyv