Tebax 13, 2020 23:11 Asia/Tehran
  • Serokomarê Lubnanê: Zirara teqînan zêdeyî 15 milyar dolar e

Serokomarê Lubnanê ragihand, teqînên li Bendera Beyrutê bi qasî 15 milyar dolar zirar gihandiye wî bajarî û ji ber hejmara zêde ya birîndaran jî nîvê nexweşxaneyên wî welatî şiyana wan a wergirtina nexweşan nemaye.

Mişêl Awn, Serokomarê Lubnanê di peywendiyeke telefonî de li gel Şahê Ispanyayê, Şah Fîlîp amaje bi zirarên teqînên 4ê Tebaxê li Bendera Beyrutê kir û ragihand: “Texmînên destpêkê nîşan didin ku zirarên teqîna li benderê zêdeyî 15 milyar dolarî ye.”

Roja 4ê Tebaxê li Bendera Beyrutê teqînek di embarekê de ku 2,751 ton madeya Ammuniom Nîtrat têde bû, çêbû û zirarek mezin gihande beşeke zêde ji wî bajarî û di encamê de zêdeyî 200 kesan canê xwe ji dest dan û zêdeyî 6,000 kesan jî birîdnar bûn.

Ji ber asta zêde ya wêraniy, hikûmeta Lubnanê bajarê Beyrutê weke bajarê zirardîtî ragihand.

Serepeyv