Tebax 11, 2020 16:42 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên teqîna Beyrûtê gihîşte 163 kesan

Hejmara kuştî û qurbaniyên teqîna Beyrûtê gihîşt 163 kesan û hejmara birîndaran jî gihêştiye nêzîkî 6 hezar kesî.

Roj bi roj hejmara kuştî û qurbaniyên teqîna roja 4 vê mehê ya paytexta Lubnanê, Beyrûtê zêde dibe, ji ber ku di dema teqînê de gelek kes di bin kavilan de mabûn.

Li gorî agahiyan, hejmara kuştiyên teqînê gihîştiye 163 kesan û derdora 6 hezar kes jî birîndar hene.

Tê gotin ku herî kêm 50 kes hîn bê ser û şûn in û nayê zanîn ka zindî ne yan jî mirî. Loma tê texmînkirin hejmara kuştî û birîndaran dîsa zêde bibe û ji 200 kesî derbas bibe.

Ji aliyekî din ve, serkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn dest ji karkêşana serokwezîrê wî welatî Hesen Diyab qebûl kir.

Hesen Diyab duhî li hember fişara xelkê Lubnanê ku piştî teqînê li ser wî hebû, dest ji kar berdabû.

Serepeyv