Tebax 11, 2020 09:42 Asia/Tehran
  •  Serokwezîrê Lubnanê îstifa kir

Piştî teqîna 4’ê Tebaxê ya li paytexta Lubnan Beyrûtê û şûnde, xwepêşandanên protestoyî yên gel destpê kir. Piştî çalakiyên gel jî ji hikûmetê li ser hev wezîran îstifaya xwe dan. Niha jî Serokwezîr Hesen Dîab îstifaya xwe da.

Piştî teqîna li herêma benderê ya paytexta Lubnan Beyrûtê û şûnde, bi rojan e gel daketine kolanan û daxwaza îstifakirin hikûmetê dikin.

Serokwezîr Dîab yê li ser navê hikûmetê daxuyanî da, ragihand ku hikûmet bi awayê blok îstifaya xwe radigihîne.Di vê çarçovê de serokwezîrê Lubnanê Hesen Dîab îstifaya xwe da.

Di teqînê de zêde ji 158 kes miribûn, 6 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Serepeyv