Tebax 08, 2020 09:55 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Libnanê ji gotinên Seyid Hesen Nesrullah pêşwazî kir

Wezîrê karên derve yê Libnanê ji gotinên Seyid Hesen Nesrullah, Sêkrêtirê giştî yê Hizbullaha Libnanê pêşwazî kir.

Seyid Hesen Nesrullah, Sêkrêtirê giştî yê Hizbullaha Libnanê  Îniyê bi şev derbarê teqîna vê dawiyê li bendergeha Beyrûtê, tevî redkirina îdiayên hilêxistî derbarê hebûna destê Hizbullahê di vê teqînê da, tamî li dewltê kir ku derfeta pêkhatî jibo derketina jibo qeyrana dawiyê bi kar bîne.

Li gorî rapora Fars Newsê, Şêrbil Wehbe (Charbel Wehbe), Wezîrê karên derve yê Libnanê Îniyê bi şev got: Nêrîneke erênî li gotinên Seyid Hesen Nesrullah Sêkrêtirê giştî yê Hizbullaha Libnanê  derbarê bikaranîna derfetên çêbûyî di vê rewşê da heye.

Wehbe her wiha got: Libnan dê hemî derfetan jibo baştirkirina pêwendiyên xwe bi derve ra bi kar bîne û di heyama du rojên bihurî da, tev 30 wezîrên karên derve axiviye û giştan jibo hevdîtina bi wîra amadetiya xwe ragihandine.

Wezîrê karên derve yê Libnanê got: Yekemayetî û ewiliyeta dewleta Libnanê di dema niha da hewildana jibo filitandin û alîkarîgihanê di cihê teqîna li Beyrûtê ye.

Wehbe derbarê pêvajoya lêkolînan jibo pêderxistina rastiyên teqîna Beyrûtê jî got: Ihtimal heye di rojên bê da encamên lêkolînan bên diyarkirin û Saziya Dadweriyê ev desthilat heye ku heke pêwîst be, tecrubeyên welatên biyanî jî di pêvajoya lêkolînan da bi kar bîne.

Li pey agirpêketina berfireh a berêvara Sêşemiyê di depoyeke madeyên muhtereqe li bendergeha Beyrûtê, teqîneke bihêz li depoyên kêlekê yên tijî Nîtrata Amoniyûmê qewimî.

Li gorî ragihandina Wezareta Tendurustiyê ya Libnanê, heta niha li pey vê teqînê, herîkêm 150 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 5000 kes jî birîndar bûne.

 

 

 

Serepeyv