Tebax 05, 2020 22:25 Asia/Tehran
  • Macron wê serdana Beyrutê  bike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wê sibehê serdana herêma teqînê ya Beyrûtê  bike.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihandiye bi armanca aşkerekirina piştevaniya welatê xwe bo xelkê Lubnanê wê serdana Beyrûtê bike. Ofîsa Serokkomariya Fransayê jî derbarê serdana Macron de daxuyaniyek belav kiriye û tekez kiriye Fransa amade her alîkariyê bo xelkê Lubnanê bike.

Duhê teqînên mezin li paytexta Lubnanê li Beyrûtdê pêk hatin û ji ber teqînê heta niha zêdetir ji 100 kes mirine û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Heta niha gelek welatan alîkariyên mirovî û tendirustî bo Lubnanê şandine û derxistina cenazeyan li bin kavilên teqînan li Beyrûtê jî berdewam dike.

Serepeyv