Tebax 05, 2020 14:46 Asia/Tehran
  • Rayedarên Pentagonê îdiaya Trump derbarê teqînên Beyrûtê red dikin

Çqavkaniyên agahdar li Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandin ku ti şahidî û belgeyek tine ku ji me re nîşan bide teqînên bi xof ên li Beyrûta paytexta Lubnanê di encama êrişê bibe.

 Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di preskonferansa roja sêşemê de di bersiva pirsekê de  derbarê teqînên bi xof ên Lubnanê îdia kir ku teqîna li Beyrutê weke êrîşekê ye û got: ‘’Li gor hin generalên me ew teqîn naşibin teqînên sanayîyê. Niha, di vê qonaxê de, her çiqas ew jî rind nizanin jî rewiş wisa xuya dike.’’

Lê belê îro sê çavkaniyên agahdar li Pentagonê li gotûbêja bi televîziyona CNN re ragihandin: Artêşa Amerîkayê ti şahidî û belgeyek derbarê vê yekê ku teqînên bi xof ên roja sêşemê li Beyrûtê ji ber êrişê bûne, li ber destê xwe tinen. 

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê ragihandibû ku di teqînên duh berêvarê (sêşemê) li Beyrûtê de  derdora 100 kesan jîyanên xwe ji dest dane û zêde ji 4000 kesên din jî birîndar bûne.

Jêderên herêmî didin zanîn ku lêgerînên di bin kavilan de didomin û dibe ku hejmara kuştî û birîndar zêdetir bibe

Karbidestên Lubnanê gotibûn ku teqîn jiber amonyum nîtratên li depoyekê çêbûne.

Konsaya Bilind a Parastina Lubnanê vê sibeyê bi serokatiya serokomar Mîşêl Ewn rûniştineke awarte pêk anî û sê roj şîna giştî û girêdana dayireyên dewletê li vî welatî ragihand.

Serepeyv