Tebax 05, 2020 12:16 Asia/Tehran
  • 12 kes di encama êrişa Hevpeymaniya dagîrker a Sûidî ser gelê Yemenê hatin kuştin û birîndar bûn

Di encama êrişa Hevpeymaniya Siûdî ya dagîrker ser parêzgeha Zalie ya Yemenê de12 sivîl hatin kuştin û birîndar bûne.

Li gor IRNA, di encama êrişa vê sibeyê hêzên dagîrker ên siûdî êrişî ser devereke Zalie ya Yemenê kirin ku di encamê de 4 sivîl ji wan jinek hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên leşkerî yên Yemenê diyar kirin ku hevpeymaniya Siûdî di 24 saetê borî de 99 caran agirbestaHudeydê binpê kiriye.

Erebistana Siûdî û Îmaratên Erebî û çend welatên din bi hevkarî û alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 şerekî giran li dijî gelê Yemenê dan despêkirin û ev welat ji wê demê heya niha ji erd, esman û deryayê dorpêç kirine. Di encama van kiryar û cinayetên dagîrkeran heya niha zêde ji 17 hezar hatine kuştin û bi dehan hezar jî birîndar bûne û bi milyonan yemenî jî aware û bê mal û mesken bûne.                                                       

Serepeyv